Hewlêr (Rûdaw) - Li Dola Rûstê ya li gundê Girtikê yê navçeya Balekayetiyê ya Hewlêrê otomobîleke ku 8 rêwî tê de bûn qulibî.
Di vê qezayê de 2 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn ku rewşa diduyan ji wan giran e.
Bûyer êvarî qewimî
Berdevkê Saziya Parastina Sivîlan a Soranê Rewend Hawdiyanî ji Rûdawê re got:
"Bûyer îşev derdora demjimêr 20:00î çêbû û çend tîmên Parastina Sivîlan yekser çûn cihê bûyerê.
Li gorî agahiyên destpêkê, ew kesên di nav otomobîlê de bûn malbatek e ku li wê deverê bi karê çandiniyê re mijûl dibû."
Term birin Bijîşkiya Dadî
Li gorî gotina Hawdiyanî, birîndar veguhastine Nexweşxaneya Aştiyê ya Soranê û term jî birine Bijîşkiya Dadî.
Rewend Hawdiyanî her wiha da zanîn ku li ser bûyerê lêpirsînê dest pê kiriye.


