Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Silopiyayê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê karebayê zarokekî 4 salî girt û zarok mir.
Li Mîraç Tayşunê 4 salî li navenda Silopiyayê li ber mala xwe dilîst.
Li gorî angaştan, destê Mîraç li beşa derve ya klîmaya cîranê wan B.K. ketiye û karebayê ew girtiye û zarok bi giranî birîndar bûye.
Piştî ku xizmên wî pê hesiyan, wan agahî da tîmên tenduristiyê û polîsan.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîman Mîraç Tayşun veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê lê ew li nexweşxaneyê mir.
Cîranê wan hat girtin
Di çarçoveya lêpirsîna bûyerê de cîranê wan B.K. hat desteserkirin.
Kar û barên B.K. yên li navenda ewlehiyê bi dawî bûn û ew sewqî dadgehê hat kirin.
B.K. bi biryara dadgehê hat girtin.



