Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Komîteya Koçberên ji Serê Kaniyê Mehmûd Cemîl ji Rûdawê re da zanîn ku her malbata ku di karwanê yekem de vegere dê 1000 dolarî wergire.
Mehmûd Cemîl diyar kir ku amadehiyên ji bo birêkirina karwanê yekem ber bi qonaxa dawî ve diçin.
Wî da zanîn ku her malbata ku vegere Serê Kaniyê dê alîkariyeke darayî wergire.
"Veguhastin bi temamî belaş e"
Berdevkê Komîteya Koçberên ji Serê Kaniyê li ser hûrgiliyên karwan û alîkariyên ji bo koçberan ji Rûdawê re got:
"Ev karwan ji nêzîkî 600-620 malbatî pêk tê.
Dibe ku hinekî kêmtir an zêdetir be lê dê nêzîkî 600 malbatî be.
Her malbatq ku vedigere dê 1000 dolarî wekî alîkariya darayî wergire."
Mehmûd Cemîl destnîşan kir ku veguhastina koçberan a bi otomobîlan bi temamî belaş e û pê de çû:
"Hemû leçûn ji aliyê Rêveberiya Xweser, Komîsyona Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û saziyên pêwendîdar ve hatine dabînkirin.
Li gorî planê, karwan roja duşemê (sibe) demjimêr 08:00ê sibehê ji Kampa Waşokaniyê bi rê bikeve."
Karwanê duyem
Mehmûd Cemîl her wiha got ku piştî birêketina vî karwanî, ew dê wekî komîte yekser dest bi amadehiyên karwanê duyem bikin.
Hîn ji bo karwanê duyem demek nehatiye destnîşankirin lê tê pêşbînîkirin ku ji ber hêsaniyên cografî ew karwan jî zû bi rê bikeve.
Mehmûd Cemîl li ser plansaziya karwanê duyem û hêsaniyên veguhastinê ev agahî dan:
"Em nikarin niha demeke diyar ji bo karwanê duyem diyar bikin lê ew dê gelekî nêzîk be.
Dûrbûna di navbera Serê Kaniyê û Hisîçayê de nêzîkî 80 kîlometreyan e û ya di navbera Qamişloyê de jî nêzîkî 120 kîlometreyan e. Ji ber vê yekê veguhastina van koçberan gelekî hêsan e.
Ev ne wekî veguhastina koçberên Efrînê ye ku di sê parêzgehan re derbas dibin.
Ez bawer dikim ku karwanê duyem dê di nav 10 rojan de amade bibe."


