Hewlêr (Rûdaw) - Heval û Adelina ku hevjînên Kurd û Roman in, piştî gereke 3 mehî ya bi duçerxeyan gihîştin Herêma Kurdistanê.
Wan di vê gerê de zêdetirî 5 hezar kîlometreyî rê kiriye û ji Londonê gihîştine Bazara Qeyseriyê ya Hewlêrê.
Heval Mehmûd ji Bawenûra Germiyanê ye û hevjîna wî Adelina Lora jî ji Romanyayê ye.
Ew sala 2022yan li Brîtanyayê zewicî ne.
Gera wan 3yê Gulanê bi biryareke ji nişka ve û bi 2 duçerxeyên ku bi 800 euroyî bûn dest pê kiriye.
Adelina Lorayê ji Rûdawê re got:
"Rojekê Heval vîdeoek nîşanî min da ku tê de hinek kes bi duçerxeyan digeriyan.
Wî ji min re got, tu dixwazî em jî biceribînin?
Min jî got çima na. Wî jî got, nexwe em dê ji Londonê ber bi Kurdistanê ve bi rê bikevin."
Adelinayê diyar kir ku destpêka gerê hinekî zehmet bûye lê pişt re ew hîn bûye.
Di 17 welatan re derbas bûn
Van her du hevjînan di gera xwe de di 17 welatan re derbas bûne û Herêma Kurdistanê stasyona wan a dawî bûye.
Heval Mehmûd ji Rûdawê re anî zimên:
"Vê gerê em hînî sebirê kirin. Ez hîn kirim ku dema ez otomobîlê diajom baldarî duçerxesiwaran bim.
Niha ku ez bi xwe duçerxesiwar im, ez dizanim ka ez çawa wê valahiyê bidim wan û bi lez di kêleka wan re derbas nebim."
20 hezar dolar xerc kirin
Mesrefê gera wan 20 hezar dolar bûye û her yek ji wan nêzîkî 11 kîlograman zeîf bûne.
Heval li ser hinek rexneyên torên civakî got:
"Kesekî li ser medyaya civakî nivîsandibû, rezîlî jî bi vî rengî ye, bi duçerxeyê tên û naxwazin pereyan ji bo balafirê xerc bikin.
Min jî got, bi wî pereyê ku me xerc kiriye, me dikaribû 4 caran bi balafirê bigeriyana û erzantir jî dibû."
Heval û Adelina dê 2 hefteyên din li Kurdistanê bimînin.
Ew dê piştî Hewlêrê herin Kerkûk, Silêmanî û paşê jî herin Germiyanê ji bo mala dayîka Heval.
Wan her wiha plana xwe ya ji bo zivistanê jî eşkere kir.
Ew dixwazin zivistanê bi duçerxeyan ji Hewlêrê ber bi welatên Ereban ve dest bi gereke nû bikin.


