Hewlêr (Rûdaw) - Zanîngeha Amerîkayê ya Kurdistanê (AUK) a Dihokê bursa tam dide du xwendekarên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê yên ku di ezmûnên amadehiyê yên li Sûriyeyê de puanên herî bilind standine.
Tîrhêva Ciwan Hesen û Elend Hisên piştî eşkerebûna encaman bûbûn mêhvanên Rûdawê û li ser serkeftinên xwe ya mezin pirsên Dilbixwîn Dara bersivandibûn.
Van her du xwendekaran di ezmûnan de ji ser 100 puanî 99,8 û 99,9 puan sitandibûn.
Bursên tam hatin dayîn
Piştî vê yekê Zanîngeha Amerîkayê ya Kurdistanê (AUK) li Dihokê ji bo her du xwendekaran pêşniyara bursên tam kir ku hemû xercên xwendinê û mesrefên din li xwe digire.
Birêvebiriya zanîngehê ji Rûdawê re piştrast kir ku bursên wan hatine dabînkirin.
Amarên zanîngehê
Li gorî agahiyên rayedarên zanîngehê, AUK sala 2014an hatiye damezirandin û heta niha 583 xwendekar jê derçûne.
Niha li zanîngehê hezar û 78 xwendekar hene.
Ji sedî 71,9ê xwendekaran bi bursan dixwînin û ji sedî 28,1ê wan jî bi pereyên xwe dixwînin.
Ev burs di heman demê de bi bernameya AUKyê ya salane re hevaheng in û zanîngeh her sal ji bo xwendekarên ji Rojavayê Kurdistanê yên ku şert û mercên zanîngehê bi cih tînin 5 bursên tam vediqetîne.
Tîrhêva û Elend û serkeftina wan
Tîrhêva Ciwan Hesena ji Efrînê niha li Amûdê dijî û wê di bernameya Rêveberiya Xweser de 99,9 puan standin.
Tîrhêva keça hunermendê navdar Ciwan Hesen e.
Bavê wê Ciwan Hesen 21ê Gulana 2025an di encama şewatekê de li malê miribû.
Tîrhêvayê diyar kir ku wê di nava şert û mercên giran ên wekî kêmasiya mazotê û birîna elektrîkê de xwendiye.
Wê bal kişand ser piştgiriya malbat û mamosteyên xwe û got:
"Bavê min her tim dixwest ez serkeftî bim û bibim bijîşk.
Min ev serkeftin ji bo xatirê wî bi dest xist û ez dê di paşerojê de vê armancê pêk bînim."
Hunermend Ciwan Hesen di pêşerojê de ji bo gelê xwe gelek xebat kiribûn û serkeftina keça wî li herêmê deng veda.
Elend Hisên: Mifteya serkeftinê fêmkirina waneyan e
Elend Hisênê ji bajarê Qamişloyê di bernameya hikûmeta Sûriyeyê de 99,8 puan standin.
Elend li ser şêwaza xebata xwe diyar kir ku wî di destpêka salê de rojê 5-6 saetan dixwend lê di mehên dawî de xebata xwe zêde kir û derxist 10-12 saetan.
Elend bal kişand ser xaleke girîng a xwendinê û da zanîn:
"Ji bo serkeftinê divê mirov waneyan fêm bike. Fêmkirin ji jiberkirinê girîngtir e."
Elend her wiha spasiya bav û dayîka xwe kir ku her tim piştgiriya wî kirine.
Elend jî dixwaze di paşerojê de di beşa bijîşkiyê de bixwîne û xizmeta gelê xwe bike.
Her du xwendekaran jî diyar kir ku jiyana li Rojavayê Kurdistanê ji ber krîz û aloziyên heyî gelekî zehmet e.
Kêmasiya elektrîkê û germahî astengiyên mezin li ber xwendina wan çêkirine lê belê wan eşkere kir ku vîna wan ji astengiyan xurttir bûye.


