Hewlêr (Rûdaw) - Penaberekî xelkê Rojhilatê Kurdistanê, ji ber ku dosyeya wî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve nehat qebûlkirin, li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê xwe kuşt.
Berpirsekî Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDKÎ) îro ji Rûdawê re ragihand ku Mistefa Qasimî Hesenwend çalakvanekî siyasî yê ji navçeya Eleşterê ya parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê bû.
Mistefa Qasimî sala 2023yan ji ber çalakiyên xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû girtin.
Ew piştî ku hatibû berdan ji Rojhilatê Kurdistanê derket û hat Herêma Kurdistanê.
Wî berpirsê PDKÎyê her wiha got ku Mistefa Qasimî endamê partiya wan bû û li ser sedema xwekuştina wî ev agahî dan:
"Qasimî ev demeke dirêj bû diçû nûnertiya Neteweyên Yekbûyî û dixwest ku mafê penaberiyê wergire lê bersiva wî nedidan.
Wî ji ber bêhêvîbûnê û wekî nerazîbûnekê li ber nûnertiya wê rêxistinê ya li Hewlêrê dawî li jiyana xwe anî."
Bavê zarokekî bû
Cenazeyê Mistefa Qasimî li herêma Cejnîkanê ya Hewlêrê hat veşartin.
Ew penaberê siyasî bavê zarokekî bû û malbata wî li Rojhilatê Kurdistanê dijî.
Beriya niha jî ji ber ku Neteweyên Yekbûyî mafê penaberiyê neda wan bûyerên wiha çêbûbûn.
Yek ji wan jî Behzad Mehmûdiyê 25 salî yê xelkê Bokanê bû ku 18ê Gulana 2021ê li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê xwe şewitandibû.



