Hewlêr (Rûdaw) - Rewşa bajarê Hisîçayê ya demsala havînê xirab e û av û kareba bi dest nakevin.
Li kolanan, gava tankereke avê tê, xelk û bi taybetî jî zarok bi kulbikên xwe li dora wê dicivin.
Ev krîzeke rasteqîn a avê ye ku xelk ji bo hinek av dev ji kar û barên xwe berdide lê di dawiyê de para her kesî tenê kulbikek av e.
Şêniyekî Hisîçayê yê bi navê Bavê Mihemed li ser rewşê got:
"Berê xwe bidî kû derê, tu dê zarokên ku kulbik de destan de ne bibînî ku li çavkaniyên avê digerin.
Ji bendemayîna tankera avê û tijîkirina kulbikên xwe pê ve ti çare nînin.
Ji ber ku ava heyî ji bo vexwarinê nabe."
Qutbûna karebayê rewşê xirabtir dike.
Şerê bi salan zerereke mezin daye tora karebayê û li aliyê din, sotemeniya jeneratorên taybet jî gelekî biha bûye.
Germahiya zêde û tîbûn
Şêniyê bi navê Ehmed Selîm jî anî ziman:
"Divê em ji bîr nekin, em di demsala havînê de ne.
Rewşa avê li herêma rojhilat ji parêzgehên din bi temamî cuda ye.
Li vir, pileyên germahiyê digihêjin 40-50î.
Xelk nikare li ber vê germahiya zêde xwe bigire."
Li Hisîçayê tenê hejmareke gelekî kêm a malbatan dikare lêçûna jenerator, batarya yan jî panelên rojê dabîn bike.
Şêniyê bi navê Xalid jî wiha axivî:
"Mala min bi enerjiya rojê dixebite lê ez tenê bi roj dikarim bi kar bînim, ango ji sibehê heta derdora saet 5ê êvarê.
Piştî wê, ne ronahî heye ne jî perwane. Ez û zarokên xwe, em neçar dimînin ku şevê li hewşê yan jî li ser ban derbas bikin."
Binesaziya wêran û nebûna sotemeniyê, xelkê Hisîçayê xistiye nav xelekeke karesatê.
Ji ber qutbûna karebayê pompên avê radiwestin û kêmbûna avê jî rewşê girantir dike.
Heta ku torên kareba û avê bi temamî neyên nûjenkirin, welatî dê mecbûr bin ku havînê bi kulbikeke avê û tenê bi çend saetên karebayê derbas bikin.


