Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Rûken Cemalê ragihand ku gotûbêjên wan ên bi Şamê re didomin.
Rûken Cemalê ji malpera fermî ya YPJyê re daxuyaniyek da.
Wê diyar kir ku dibe YPJ wekî hêzeke xweser a dijîterorê tevlî Wezareta Karên Navxwe bibe.
Berdevka YPJyê da zanîn ku ew dê li ser vê mijarê di rojên pêş de li Şamê hevdîtinan bikin.
Peymana 29ê Kanûna Paşîn
Rûken Cemalê destnîşan kir ku gotûbêjên wan ên bi Şamê re di çarçoveya peymana 29ê Kanûna Paşîn a 2026an de didomin.
Wê hevdîtina xwe ya meha Nîsanê bi bîr xist û got:
"Me meha Nîsanê bi Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Demkî Murhaf Ebû Qasra re hevdîtin kir.
Me nêrîn û pêşniyarên xwe bi awayekî nivîskî pêşkêş kirin.
Heta niha ji aliyê rayedarên Şamê ve ti pêşniyar an jî biryarên fermî negihîştine ber destê me."
"Negihîştine biryareke zelal"
Rûken Cemalê da zanîn ku ji bo YPJ di nav Wezareta Karên Navxwe de cih bigire pêşniyar hene lê ew heta niha negihîştine biryareke zelal.
Wê anî zimên ku ew dê di rojên pêş de ji bo nîqaşkirina mijarê bi rayedarên Şamê re bicivin.
Berdevka YPJyê peyama xebatê da û got, "Heta ku em mîrateya YPJyê nexin bin ewlehî û garantiya qanûnî dê xebatên me bidomin."



