Dêrsim (Rûdaw) - Parêzgarê Dêrsimê Şefîk Aygol li ser agirê ku bi daristana li Geliyê Munzûrê ketibû axivî û got, “Ji ber ku darên berûyan bi zehmetî dişewitin, agir zêdetir wekî şewata pûşan bi pêş ket.”
Agirê ku bi Parka Neteweyî ya Geliyê Munzûrê ya Dêrsimê ketibû, di encama xebatên tîman ên ji asman û bejahiyê ve hat kontrolkirin.
Piştî ku doh agir bi daristanê ket tîmên Birêvebiriya Daristanan a Dêrsimê, cendirme, AFAD, Birêvebiriya Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî û Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Munzûrê (MUDAK) çûn herêmê.
Helîkopterên agirvemirandinê jî piştgirî da xebatên ku ji bejahiyê ve dihatin meşandin.
Agir di midaxeleya demdirêj a tîman de hat vemirandin.
Parêzgarê Dêrsimê Şefîk Aygol çû herêma şewatê û li ser xebatan agahî dan.
Şefîk Aygol diyar kir ku doh saet 16:46an agahiya şewatê gihîştiye Navenda Bangawaziyê ya 112yê û got:
“Tîmên me di demeke kurt de çûn herêmê û ji doh ve midaxeleyî agir dikin.
Ji ber ku çûyîna cihê şewatê zehmet e, em bi piranî bi karmendên xwe midaxeleyê dikin.
Wesayîtên me yên asmanî jî piştgiriyê didin xebatan.
Agir li qadeke bi qasî 5 hektarî belav bûbû û li qadeke bi qasî 2 hektarî didomiya.
Ji ber ku ba nîne metirsiya belavbûna agir kêm e.”
Şefîk Aygol her wiha da zanîn ku Dêrsim yek ji wan parêzgehên Bakurê Kurdistanê ye ku herî zêde daristan lê hene û anî ziman:
“Daristanên me bi piranî ji darên berûyan pêk tên.
Ji ber ku darên berûyan bi zehmetî dişewitin, agir zêdetir wekî şewata pûşan bi pêş ket.
Niha zêdetirî 50 karmendên me li qadê dixebitin.”
Serokê MUDAKê Mehmet Bîdav jî anî ziman ku tîman doh saet 18:00an dest bi midaxeleyê kiriye û pê de çû:
“Me heta saet 02:00yê şevê li herêmê xebatên xwe meşandin.
Em sibehê dîsa derketin qadê.
Niha 46 karmendên me yên lêgerîn û rizgarkirinê li qadê xebatên kontrolkirin û sarkirinê didomînin.”


