Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Rêveberiya Xweser ê dŞamê Ebdulkerîm Omer ragihand ku Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) dê tevlî Wezareta Karên Navxwe bibe
Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Şamê Ebdulkerîm Omer bû mêhvanê bultena Rojavayê ya Rûdawê.
Ebdulkerîm Omer li ser pêwendiyên navbera Birêvebiriya Xweser û hikûmeta Şamê, rola Herêma Kurdistanê û çareserkirina Pirsgirêka Kurdan daxuyaniyên girîng dan.
Ebdulkerîm Omer eşkere kir ku hevdîtineke di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û rayedarên Şamê de di rojevê de ye.
Rola Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê
Ebdulkerîm Omer bal kişand ser serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Şamê û hevdîtina wî ya bi Beşar Esed re.
Ebdulkerîm Omer diyar kir ku Herêma Kurdistanê û bi taybetî Nêçîrvan Barzanî di navbera Şam, Hewlêr, Bexdayê û Rojavayê Kurdistanê de roleke dîplomatîk a girîng dilîzin û got:
“Nêçîrvan Barzanî kesekî dîplomatîk ê girîng e û hikûmeta Şamê jî vê yekê dizane.
Ev hevdîtin dê bibe derfet ku bawerî di navbera aliyan de xurttir bibe û rê ji bo dan û standinên nû vebe."
“YPJ dê tevlî Wezareta Karên Navxwe bibe”
Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Şamê Ebdulkerîm Omer ragihand ku Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) razî bûne ku tevlî Wezareta Karên Navxwe bibin.
Her wiha wî da zanîn ku dê YPJ wekî yekîneyeke dijîterorê tevlî Wezareta Karên Navxwe bibe.
"Pirsgirêka Kurdan ne tenê leşkerî ye"
Ebdulkerîm Omer destnîşan kir ku çareseriya Pirsgirêka Kurdan a li Sûriyeyê tenê bi yekkirina hêzên leşkerî nabe û divê çareseriyeke siyasî hebe.
Wî bal kişand ser hilbijartinên parlamentoya Sûriyeyê û wiha pê de çû:
"Kurd li Sûriyeyê neteweya duyem a herî mezin in. Lê dema kesekî Kurd xwe ji bo posta alîkarê serokê parlamentoyê kir namzed, wî tenê 10 deng wergirtin.
Ev yek nîşan dide ku Pirsgirêka Kurdan ne bi dengdanê, bi peymanên siyasî yên di navbera Kurdan û hikûmetê de tê çareserkirin.
Divê mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de bi awayekî fermî werin diyarkirin."
Konferansa yekîtiya Kurdan
Ebdulkerîm Omer qala konferansa 26ê Nîsanê jî kir ku tê de partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên Kurdan li hev civiyabûn.
Ebdulkerîm Omer diyar kir ku wan ji bo paşeroja Sûriyeyê û mafên Kurdan li ser kaxezekê li hev kiriye.
Wî anî zimên ku ew dixwazin bi yekdengî bi Şamê re rûnên da ku mafên gelê Kurd biparêzin û di dawiyê de got:
"Heta ku Kurd nebin yek û bi yekdengî dan û standinê nekin, dê çareserî zehmet be."


