Hewlêr (Rûdaw) - PWKyê ragihand ku pêçandina birînên Kurdên Êzidî erkeke neteweyî ya hemû Kurdan e.
Buroya Ragihandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di salvegera 12emîn a komkujiya li Şingalê de daxuyaniyek belav kir.
"Birîna hemû Kurdan e"
Rêxistina DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî navçeya Şingalê û derdora wê kiribû.
PWKê bi bîr xist di wê êrişê de bi hezaran sivîlên Kurd ên Êzidî hatine kuştin.
Her wiha bi hezaran keç, jin û zarokên Êzidî jî wekî êsîr hatin girtin.
PWKyê destnîşan kir ku di wê êrişê de bi sed hezaran Êzidî neçar mane ku cih û warên xwe bihêlin.
Di daxuyaniya PWKyê de wiha hat gotin, "Birîna jenosîda Şingalê ya xwişk û birayên me yên Kurdên Êzidî birîneke kûr e. Ev birîn, birîna hemû Kurd û Kurdistaniyan e."
Çarenivîsa gelek jinan hîn ne diyar e
PWKyê her wiha bi bîr xist ku heta niha jî gelek keç û jinên Kurd ên Êzidî di destê DAIŞê de ne û çarenivîsa wan ne diyar e.
Hat eşkerekirin ku piraniya xelkê Êzidî yê ku neçar maye Şingalê terk bike, nekariye vegere ser cih û warên xwe.
Bangî Neteweyên Yekbûyî hat kirin
PWKyê bangî Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji bo pêçandina birînên Êzidiyan bernameyeke taybet amade bikin û bi cih bînin.
Her wiha PWKyê bangî Neteweyên Yekbûyî jî kir ku vê komkujiyê bi awayê fermî qebûl bike.
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew di salvegera 12emîn a komkujiya Şingalê de şehîdan bi rêz bi bîr tînin.
PWKyê da zanîn ku ew xemxur û şirîkên êşên Kurdên Êzidî ne û wan kiryarên hovane yên DAIŞê û piştgirên wan careke din şermezar dikin.



