Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêra Mort Şmûnî ya dîrokî ya li navçeya Midyadê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, "Şeva Şahroyê" hat lidarxistin.
Bername bi beşdariyeke berfireh a civaka Suryaniyan hat lidarxistin.
Ayîn ji bo bîranîna Ezîze Mort Şmûnî, 7 zarokên wê û mamosteyê wan Loozor hat kirin.
Di ayîna şevê de dua hatin kirin û sirûdên dînî hatin xwendin.
Yekîtî û bihevrejiyan
Desteya Birêvebir a Weqfa Dêrên Qedîm a Suryaniyên Midyadê ev bername organîze kir.
Di bernameyê de bal kişandin ser yekîtî, bihevrejiyan û nirxên baweriyê.
Beşdaran destnîşan kir ku zindîhiştina vê kevneşopiya watedar a ku bi sedsalan e didome, bi heman ruhê manewî û kelecanê xwedî girîngiyeke mezin e.
Şeva Şahroyê çi ye?
Li gorî baweriya Ortodoksên Suryanî, Mort Şmûnî û 7 kurên wê sedsala duyemîn a Beriya Zayînê di oxira baweriya xwe de canê xwe ji dest daye.
Ev malbat bi dêr û perestgehên ku li Mezopotamyayê, bi taybetî jî li Mêrdîn û Midyadê li ser navê wan hatine avakirin tê bibîranîn.
Her sal 1ê Tebaxê ji bo wan ayînên "Şahroyê" tên lidarxistin.


