Hewlêr (Rûdaw) - Di lêpirsîna li ser windabûna Gulistan Dokuyê de, ji 5 gumanbarên desteserkirî 2 polîs hatin girtin û 2 gumanbar jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Bi vê yekê re hejmara girtiyên lêpirsînê gihîşt 27an.
Xwendekara zanîngehê Gulistan Doku ji 5ê Kanûna Paşîn a 2020an ve li Dêrsimê winda ye.
Di lêpirsîna ku li ser vê bûyerê tê meşandin de, ji 5 kesên hatibûn desteserkirin 2 polîs hatin girtin û 2 gumanbar jî bi şertê qedexeya derketina derveyî welat û kontrola edlî hatin berdan.
Operasyon li 16 bajaran hatin kirin
Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Erziromê Cendirmeyên Parêzgehê 27ê Tîrmehê li 16 bajaran di heman demê de operasyon kirin.
Piştî ku kar û barên gumanbaran ên li qereqolê qediyan û ew ji pişkinîna tenduristiyê derbas bûn, şandin Edliyeya Erziromê.
Piştî bidawîbûna kar û barên dozgeriyê, 4 gumanbar bi daxwaza girtinê şandin dadgehê.
Dadgehê biryar da ku 2 gumanbar werin girtin û 2 gumanbarên din jî bi tedbîra kontrola edlî werin berdan.
Kar û barên gumanbarekî jî li dozgeriyê hîn didomin.
Hejmara girtiyan gihîşt 27an
Bi van biryarên dawî re, di lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriyên Komarê yên Erzirom û Dêrsimê ve tê birêvebirin de hejmara girtiyan derket 27an.
Di operasyonan de, li ser 19 gumanbaran lêpirsîn hatibû kirin.
Di nav gumanbaran de birêvebirê asayîşê, amirê asayîşê, serkomîser, komîser, serpolîs, polîs, xebatkarê komputerê û polîsên malnişîn jî hebûn.
Di qonaxên yekem û duyem ên darizandinê de jî gelek kes hatibûn girtin, her wiha hinek gumanbar jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.
Serdozgeriya Komarê, ji bo du gumanbarên ku berê li ser wan biryara kontrola edlî hatibû dayîn, îtiraz kiribû.



