Hewlêr (Rûdaw) - Navçeya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê li pey hev du caran hejiya.
Hêza erdheja yekem 4,9 pile bû.
Li gorî agahiyan, navenda erdhejê nahiyeya Tekyeya Cebarî ya Çemçemalê bû.
Ev erdheja ku Çemçemal hejand, li navenda Silêmaniyê û derdora wê jî hat hîskirin.
Piştî vê erdhejê, saet 11:35an li Çemçemalê erdhejeke din jî çêbû.
Hêza vê erdheja duyem 3,6 pile bû.
Hat diyarkirin ku ev erdhej di kûrahiya 10 kîlometreyan de çêbûye û navenda wê jî gundê Qelaçûxê bû.

.webp&w=3840&q=75)
