Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Amêdiyê ya Dihokê 2 geştyarên Ereb xeniqîn.
Geştyarê yekem li Geliyê Şêranê yê li herêma Dêrelûkê xeniqî.
Geştyarê din jî li havîngeha Înişkê ya li Sersinkê xeniqî.
Li gorî agahiyên Rûdawê, termên her du qurbaniyan hatin derxistin.
Aliyên pêwendîdar termên wan veguhastin Tiba Dadî ya Dihokê.
Ciwanekî 28 salî li Geliyê Şêranê xeniqî
Xwediyê projeya geştyarî ya Geliyê Şêranê Herman Sidqî ji Rûdawê re axivî û got:
"Îro nîvro demjimêr 12:00an, ciwanekî 28 salî yê ji Bexdayê li Geliyê Şêranê xeniqî. Pişt re tîmên tenduristiyê termê wî veguhast Navenda Tenduristiyê ya Dêrelûkê.”
Zarokekî 8 salî mir
Çavkaniyeke ji polîsan jî ji Rûdawê re agahî dan.
Çavkaniyê anî zimên, "Îro piştî nîvro demjimêr 13:00an, li havîngeha Înişkê zarokekî 8 salî yê Ereb ket nav avê. Tevî hewldanên rizgarkirinê jî mixabin ew xeniqî."
Termên her du qurbaniyan ji bo temamkirina gavên yasayî rakirin Tiba Dadî ya Dihokê.


