Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê qutkirina elektrîkê hat protestokirin.
Piştî ku Şirketa Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) dest bi qutkirina rojane 8 saetan a elektrîkê kir Platforma Saziyên Demokratîk xwenîşandanek kir.
Di çalakiyê de hat diyarkirin ku qutkirina elektrîkê ya di germahiya havînê de zerereke mezin dide cotkar, esnaf û nexweşên ku bi cîhazan ve girêdayî ne.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê George Aslan di çalakiyê de axivî û nerazîbûn nîşanî wan mexdûriyetên da ku piştî taybetkirina saziya elektrîkê derketine holê.
George Aslan destnîşan kir ku DEDAŞ li ser pişta gel bi milyaran lîreyên Tirkî qezenc dike.
Aslan got ku DEDAŞ bêyî ku rewşa xelkê li ber çavan bigire elektrîkê qut dike û xelkê mexdûr dike.
Aslan her wiha anî zimên ku ji ber çûn û hatina elektrîkê amûrên nav malê yên welatiyan dişewitin û diyar kir, “dema welatî tazmînkirinê dixwazin bi prosedurên pûç re rûbirû dimînin.”
Aslan hişyarî da rayedarên DEDAŞê û got:
"Dawiyê li van pêkanînên xwe yên derveyî mirovahiyê bînin.
Eger hûn dev ji lîstina bi jiyana gel bernedin, dê ev protesto sibe bihêztir û mezintir bibin."
Şirketa Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) şirketeke taybet e ku karê belavkirin û firotina elektrîkê li çend bajarên Bakurê Kurdistanê dike.



