Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kerkûkê erdhejeke bi hêza 3,9 pileyan çêbû û Saziya Keşnasiyê ya Îraqê ragihand ku navenda erdhejê rojhilatê bajêr e.
Berdevkê Saziya Keşnasî û Lêkolînên Erdhejê ya Îraqê Amir Cabirî eşkere kir ku vê sibehê li Kerkûkê erdhejek çêbûye.
Amir Cabirî ji Rûdawê re got ku navenda erdheja îro 30 kîlometreyan li rojhilatê navenda bajarê Kerkûkê ye.
Ev erdheja duyem e ku Saziya Keşnasî û Lêkolînên Erdhejê ya Îraqê ji şeva borî ve li bajêr tomar kiriye.
Doh êvarî jî li Kerkûkê erdhejeke bi hêza 3,7 pileyan çêbûbû.
Li aliyê din, li gorî amarên dawî yên saziyê, di navbera 21 û 27ê Tîrmehê de li Îraq û Herêma Kurdistanê bi giştî 16 erdhej çêbûne.
Hêza wan erdhejan di navbera 1,7 û 3,7 pileyan de bûye.



