Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî di salvegera Enfala Barzaniyan de peyamek belav kir û diyar kir ku gelê Kurd qurbaniyên mezin dane û ti carî dest ji mafên xwe bernade.
Îro 43 sal di ser Enfala Barzaniyan re derbas dibin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got:
"Di vê bîranîna xemgîn de, em bi rêz û hurmet Enfalkiriyên Barzanî û hemû şehîd û Enfalkiriyên Kurdistanê yên li Germiyan, Behdînan, Balîsan, Şêx Wesanan, Kurdên Feylî û Şingalê bi bîr tînin."
Mesrûr Barzanî her wiha “spasiya wan kesên camêr kir” ku di wan rojên dijwar de alîkariya malbatên Enfalkiriyan kiribû.
Serokwezîr destnîşan kir ku divê hikûmeta federal erkên xwe yên destûrî û berpirsyariya xwe ya exlaqî bi cih bîne û xwest ku malbatên qurbaniyên cenosîd, Enfal û hemû qurbaniyên destê rejîma berê ya Îraqê bi awayekî hêja werin tazmînkirin.
Mesrûr Barzanî da zanîn ku divê xelkê Kurdistanê van tawanan ti carî ji bîr neke û anî zimên ku gelê Kurdistanê ji bo mafên xwe yên rewa qurbaniyên pir mezin û bêhempa dane, ji ber vê yekê, ew dê ti carî dest ji destkeftên xwe yên neteweyî û niştimanî bernedin û bi her awayî wan biparêzin.
Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de silav ji bo giyanê pak ê hemû şehîd û Enfalkiriyên Kurdistanê şand.



