Hewlêr (Rûdaw) - Sazimana Xebatê ya Kurdistana Îranê piştrast kir ku li ser rêya Hewlêr-Mexmûrê êrişî baregeheke wan hatiye kirin.
Heta niha li ser asta zerer û ziyanên êrişê û çavkaniya wê ti agahî nehatine dayîn.
Li ser rêya Hewlêr-Mexmûrê ya Başûrê Kurdistanê, êrişî baregeha sereke ya Sazimana Xebatê ya Kurdistana Îranê hat kirin.
Malperên fermî yên Sazimana Xebatê li ser torên civakî vîdeoya êrişê belav kir.
Li gorî wê vîdeoyê, piştî dengê teqîneke bihêz, dûxaneke reş û agir ji nav baregehê bilind dibe.
Heta niha nasnameya êrişkaran û çavkaniya êrişê nehatiye eşkerekirin.
Hîn ne zelal e ku êriş bi mûşekan hatiye kirin an jî bi dronan.
Sazimana Xebatê kî ye?
Sazimana Xebatê yek ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê û mixalefeta Îranê ye.
Ew endama Hevpeymaniya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ye û baregeha wan a sereke li ser rêya Hewlêr-Mexmûrê ye.
Ji destpêka şerê 40 rojî ve çendîn caran bi dron û mûşekan êrişî baregehên Sazimana Xebatê hatiye kirin û di wan êrişan de hinek kesan canê xwe ji dest dabû û hinek jî birîndar bûbûn.
Li gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê, ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê ku 28ê Sibatê dest pê kiribû, bi zêdetirî 940 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
#VÎDEO - Kêliya êrişa dronekê ya li gundê Topizawayê yê navçeya Xebatê ya Hewlêrê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 31, 2026
💢 Di êrişa destê sihehê de baregeheke Sazimana Xebatê hat hedefgirtin pic.twitter.com/iVhO8mBNoi



