Hewlêr (Rûdaw) – Di nava malekê de ku li Îdareya Raperînê ya parêzgeha Silêmaniyê ye teqînek çêbû û 3 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Li maleke li nahiyeya Hacîawayê ya Îdareya Serbixwe ya Raperînê teqînek çêbû.
Nûçegihanê Rûdawê Ebubekir Îsmaîl ji cihê bûyerê ragihand:
"Piraniya qurbaniyan jin in. Yek ji wan kesan keçikeke 12 salî ye."
Tîmên tenduristiyê piştî ku gihîştin cihê teqînê her 3 birîndar birin nexweşxaneyê.
Li gorî agahiyên nûçegihanê Rûdawê, heta niha ne diyar e ka sedema teqînê çi ye.
Hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê ne û lêpirsînê dikin.
Ji ber hêza teqînê, zerer gihîştiye 2 malên cîranan jî.
Nûçegihanê Rûdawê diyar kir ku saziyên ewlehiyê hîn li ser bûyerê ti daxuyanî nedane.



