Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kerkûkê erdhejeke bi hêza 3,7 pileyan rû da.
Li gorî Desteya Keşnasî û Erdhejzaniyê ya Îraqê navenda erdhejê rojhilatê parêzgehê bûye.
Birêvebirê Ragihandin û Pêwendiyan ê Desteya Keşnasî û Erdhejê ya Îraqê Amir Cabirî îro ji Rûdawê re axivî û got, “Êvariya îro li rojhilatê Kerkûkê erdhejeke bi hêza 3,7 pileyan çêbû."
Navenda wê 30 kîlometreyan dûr e
Cabirî da zanîn ku çavkaniya erdhejê li nav axa Îraqê bûye.
Wî eşkere kir ku navenda erdhejê 30 kîlometreyan li rojhilatê Kerkûkê bûye.
Li gorî amarên Desteya Keşnasî û Erdhejê ya Îraqê, di navbera 21 û 27ê Tîrmehê de li Îraq û Başûrê Kurdistanê 16 erdhej çêbûne.
Hêza wan erdhejan di navbera 1,7 û 3,7 pileyan de bûye.



