Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Tevgera Azadiyê li ser yasaya çarçoveyê hişyarî da.
Birêvebiriyê got, “Eger statuya Abdullah Ocalan di yasayê de li ber çavan neyê girtin, ev yek dê li pêşiya bicihkirinê bibe asteng.”
Birêvebiriya Tevgerê li ser yasaya bingehîn (qanûna kokê) û naveroka wê daxuyaniyek belav kir.
Hat diyarkirin, heta ku Abdullah Ocalan nekeve dewrê û ew bi xwe pêvajoyê bi rê ve nebe, biryarên ku hatine dayîn û pêwîstiyên qanûnan bi cih nayên.
Ji bo bipêşketina pêvajoyê ziman girîng e
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Ocalan di hevdîtina 20ê Tîrmehê de daxwazên xwe anîne zimên.
Li gorî daxuyaniyê Ocalan gotiye divê qanûna ku tê derxistin ne teng be û li gorî hesasiyetên her du aliyan bê amadekirin di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Ev qanûn ji bo bidawîkirina qutbûna sedsalî ya di navbera gelê Kurd û dewleta Tirkiyeyê de gaveke girîng e. Lewma girîng e ku qanûn aştiyê ji xwe re bike armanc.”
Birêvebiriyê qalkirina peyvên wekî "teror" û "rêxistina terorê" rexne kir û wiha got:
“Aştî beriya her tiştî ji ziman dest pê dike. Bikaranîna van têgehan ji bo rêxistineke ku têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bi dawî kiriye, pêvajoyê dixe nava pirsgirêkan.
Ji bo ku pêvajo bi pêş ve biçe, gelekî girîng e ku ziman, pênase û naverok li gorî armancê bin.”
“Divê Ocalan bibe mixetabê sereke”
Birêvebiriya Tevgerê anî zimên ku divê gavên her du aliyan maqûl û pêkan bin û got:
“Eger pêvajo ne ji bo mijûlkirinê be û ji bo çareseriyê be, divê nêzîkatî jî li gorî vê yekê be.”
Di daxuyaniyê de gotinên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî jî hatin bibîrxistin û hat gotin:
“Devlet Bahçelî gotibû ku divê Ocalan bibe koordînatorê aştî û siyasîbûnê. Di nîqaşên li Îmraliyê de jî ev yek hatibû qebûlkirin û rola wî di bicihkirina qanûnê de hatibû diyarkirin.
Eger statuya Ocalan di qanûnê de li ber çavan neyê girtin, dê ji destpêkê ve li pêşiya pêkanînê bibe asteng. Ji ber vê yekê girîng e ku statuya Ocalan zelal bibe ku ew mixetab û muzakerevanê sereke ye.”
Qanûna bingehîn û gavên demokratîkbûnê
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku pêvajoya aştiyê nabe ku tenê bi mijara bêçekbûnê were sînordarkirin.
Li gorî daxuyaniyê, eger ev qanûn wekî qanûna bingehîn bê dîtin, divê pişt re qanûnên demokratîkbûnê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan werin derxistin û ev yek dê baweriya bi pêvajoyê zêde bike.
Birêvebiriyê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku ew dê nêzîkatiya xwe ya bingehîn piştî dîtina qanûnê diyar bikin.
Wan got, "Eger qanûn erênî be, em dê zêdetir teşwîq bikin û berpirsyariya xwe bi cih bînin."



