Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Veguhastin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li Hewlêrê dê pergaleke nû û bipêşketî ya otobusan (City Bus) di demeke nêzîk de were destpêkirin.
Ew pergal dê pişt re li Silêmanî û Dihokê jî were pêkanîn.
Birêvebirê Giştî yê Veguhastina Bejayî û Rêyên Hesinî Rêbaz Mihemed li ser vê projeyê agahî dan.
Rêbaz Mihemed ji Rûdawê re got, "Niha em di qonaxa bicihkirinê de ne û me bi çend şîrketan re peyman îmze kiriye."
Planên ji bo "City Bus"ê
Li gorî gotinên Rêbaz Mihemed, li ser anîna otobusên nû yên ji bo nav bajaran gelek nîqaş hatin kirin.
Wî diyar kir ku ew dixwazin vê pergalê li gorî rewşa xelkê biguncînin û dê destpêkê li Hewlêrê dest pê bikin.
Rêbaz Mihemed da zanîn ku proje niha ji qonaxa nîqaşan derketiye û karên bicihkirinê dest pê kiriye.
Di qonaxa yekem de dê li Hewlêrê sê xetên sereke werin karkirin.
Ev xet ji Kolana Kerkûkê, Kolana Koyeyê û Kolana Mûsilê pêk tên.
Ev her sê xet dê li ser Cedeya 60 Metreyî bigerin ku qerebalixiya herî zêde li wir e.
Otobus dê li gorî standardên cîhanî bin
Birêvebirê Giştî yê Veguhastina Bejayî anî zimên ku ew pergaleke bipêşketî dixwazin û wiha pê de çû:
"Gotûbêjên me bi gelek şîrketên biyanî re çêbûn. Di nav wan de şîrketên Alman û Japon jî hebûn.
Em dixwazin otobus li gorî standardên cîhanî bin û xizmetguzariyeke hêja bê pêşkêşkirin."
Projeya "City Bus"ê li Hewlêrê di çarçoveya hevkariya sektora giştî û sektora taybet de tê pêkanîn.
Rêbaz Mihemed sedema vê yekê jî wiha eşkere kir:
"Pêwîstiya veguhastina giştî bi piştgiriyeke madî ya mezin heye û divê hikûmet piştgiriyê bide.
Lê ji ber krîza darayî û rawestandina budceyê, me ji bo pêkanîna projeyê bi sektora taybet re peyman kir."
Projeya tramwayê çima rawestiya?
Yek ji projeyên din ên stratejîk ên di warê veguhastinê de, projeya tramwayê ya bajarên Herêma Kurdistanê bû.
Rêbaz Mihemed li ser vê babetê qala krîza darayî kir û got:
"Sala 2012an ji bo destpêkirina tramwayê planeke xurt hebû. Dîzayn û qonaxên diyarkirina xetan jî bi dawî bûbûn.
Lê mixabin ji ber krîza darayî proje rawestiya. Eger krîz nebûya, bê guman dê niha xeta tramwayê li Herêma Kurdistanê bixebitiya."



