Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ragihand ku wan li ser Hevserokê Şaredariya Tetwanê Mumîn Erol pêvajoya dîsîplînê daye destpêkirin.
Komîteya Birêvebiriyên Xwecihî ya Demokratîk a DEM Partiyê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li ser Hevserokê Şaredariya Tetwanê Mumîn Erol dest bi pêvajoya dîsîplînê hatiye kirin.
Komîteyê da zanîn ku ji bo ev pêvajo bi awayekî tendurist û objektîv kirin, peywira Mumîn Erol a hevşaredariyê wekî tedbîr hatiye rawestandin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku pêvajoya dîsîplînê dê di demeke kurt de biqede.
Komîteyê diyar kir ku piştî temambûna pêvajoyê dê daxuyaniyên pêwîst ji bo raya giştî werin dayîn.



