Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de 8 gumanbar sewqî dadgehê hatin kirin.
Gulistan Doku ji 5ê Kanûna Paşîn a 2020î ve li Dêrsimê "winda" ye.
Beriya çend rojan di vê dozê de 18 gumanbar hatibûn desteserkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Erziromê ferman dabû û Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgehê 27ê Tîrmehê li 16 parêzgehan operasyonên hevdem pêk anîbûn.
Kar û barên 8 gumanbaran ên li navenda cendirmeyan temam bûn.
Wergirtina îfadeyan 21 saetan ajot
Gumanbar di kontrola tenduristiyê re derbas bûn.
Paşê ew di bin tedbîrên ewlehiyê de veguhastin Dadgeha Erziromê.
Wergirtina îfadeyan a li dozgeriyê nêzîkî 21 saetan ajot.
Piştî îfadeyan gumanbarek hat berdan.
Ji 7 gumanbaran 6 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha cezayê sulhê hatin kirin.
Gumanbarek jî bi daxwaza bi şertê kontrola dadî bê berdan sewqî heman dadgehê hat kirin.
Kar û barên 10 gumanbarên din ên li navenda cendirmeyan didomin.
Birêvebir û polîs di nav gumanbaran de ne
Di operasyonê de kar û barên hiqûqî li ser 19 kesan hatibûn destpêkirin û 18 gumanbar hatibûn desteserkirin.
Di nav gumanbaran de birêvebirê ewlehiyê, amirê ewlehiyê, serkomser, komser, , 10 polîs, xebatkarekî komputerê û 3 polîsên malnîşîn hebûn.
Her wiha di nav kesên ku hatibûn desteserkirin de Midûrê Şaxa Asayîşê yê Ewlehiya Dêrsimê yê wê demê jî hebû.



