Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed li ser rewşa saziyên fermî agahiyên girîng dan Rûdawê.
Nûredîn Ehmed eşkere kir ku pêvajoya tevlîbûn û çalakkirina saziyên fermî yên li parêzgehê gihîştiye qonaxeke bipêşketî û ji sedî 70yê vê pêvajoyê bi dawî bûye.
Nûredîn Ehmed diyar kir ku karên ji bo temamkirina beşên din berdewam dikin lê ji bo vê yekê demeke diyarkirî pêwîst e.
Parêzgarê Hisîçayê da zanîn ku di çend saziyên sereke de pêvajoya tevlîbûna karmendan bi temamî bi dawî bûye û got:
"Di sektora perwerdeyê de nêzîkî 20 hezar karmendan bi temamî tevlî Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê bûne û ew meaşê xwe jî werdigirin.
Di sektora tenduristiyê de nêzîkî 2 hezar karmend û di Birêvebiriya Elektrîkê de jî derdora 700 karmendan bi temamî hatine yekkirin û pêvajoya wan bi dawî bûye."
Nûredîn Ehmed destnîşan kir ku Birêvebiriya Çandiniyê û Birêvebiriya Bazirganiya Navxwe bi temamî hatine yekkirin û çalakkirin.
Her wiha birêvebiriyên çand, geştyarî û şûnwar, beşa Banka Navendî ya Sûriyeyê û Birêvebiriya Posteyê hatine çalakkirin û niha xizmetguzariyan pêşkêş dikin.
Parêzgar diyar kir ku Birêvebiriya Nifûsê jî hatiye çalakkirin lê pêvajoya yekkirina karmendên wê hîn bi temamî bi dawî nebûye.
Birêvebirina herêmî û dabeşbûna îdarî
Nûredîn Ehmed eşkere kir ku ji nava 4 navçeyên sereke yên parêzgehê, birêvebirên 3 navçeyan û birêvebirên 2 nahiyeyan hatine destnîşankirin lê birêvebirê navçeya Hisîçayê hîn nehatiye diyarkirin û ji bo ku serokên bajar, bajarok û desteyên wan ên birêvebir di demeke nêzîk de werin destnîşankirin kar û xebat berdewam dikin.
Dabeşbûna îdarî ya parêzgeha Hisîçayê li gorî navçe û nahiyeyan wiha ye:
Navçeya Hisîçayê: Nahiyeyên Til Temir, Til Berak, Hol, Şedadê, Erîşe û Mergede. (Birêvebirê navçeyê hîn nehatiye diyarkirin).
Navçeya Serê Kaniyê: Nahiyeyên Dirbêsiyê û Ebû Rasên.
Navçeya Qamişloyê: Nahiyeyên Amûdê, Tirbespî, Til Hemîs û Ceze.
Navçeya Dêrikê: Nahiyeyên Çilaxa û Til Koçer.
Plana paşerojê û xwendina bilind
Parêzgarê Hisîçayê di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser gavên pêşiya me û paşeroja xwendina bilind a li parêzgehê û biland:
"Em niha kar dikin da ku em saziyên mayî yên wekî veguhastin, ragihandin û darayiyê û hemû şaxên bankan çalak û yekbûyî bikin.
Di heman demê de hevdîtinên me yên bi Wezareta Xwendina Bilind re yên li ser paşeroja zanîngehan di rêyeke pir erênî de ne."



