Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Kolandinê û Alîkarê Birêvebirê Giştî yê Şûnwar û Muzexaneyên Sûriyeyê Eymen Mistefa Nabo ji Rûdawê re ragihand ku parastina şûnwarên Efrînê ji bo wan “pêşîneyeke niştimanî” ye.
Eymen Mistefa Nabo eşkere kir ku parastina şûnwaran û vegerandina parçeyên bi qaçaxî hatine birin di rojeva wan a sereke de ye.
Parastina Eyn Darayê û şûnwarên Efrînê
Wî destnîşan kir ku parastina şûnwarên dîrokî yên li herêma Efrînê xwedî girîngiyeke taybet e û di heqê vê mijarê de wiha got:
“Parastina şûnwarên dîrokî yên li Efrînê ji bo me pêşengiyeke niştimanî ye. Me wekî Birêvebiriya Giştî ya Şûnwar û Muzexaneyan, bi hevkariya aliyê Japon ji bo belgekirin û parastina şûnwarê 'Eyn Darayê' dest bi projeyeke taybet kiriye ku yek ji şûnwarên herî girîng ên ziyandîtî yên herêmê ye."
Nabo her wiha diyar kir ku ew bi rêya teknolojiyên nû û wêneyên peykan zererên li seranserê şûnwarên herêma Efrînê belge dikin.
Li gorî gotina wî, armanca wan ew e ku bi hevahengiya saziyên pêwendîdar rê li ber kolandinên neyasayî û rûxandina bi amûrên giran bigirin û li ser van binpêkirinan dosyeyên yasayî û dîplomatîk amade bikin.
Zererên li şûnwarên Sûriyeyê
Eymen Mistefa Nabo li ser mijara raporên navneteweyî yên ku behsa rêjeyeke bilind a rûxandina şûnwaran dikin (mîna rêjeya ji sedî 59 ku di hinek lêkolînan de hatiye diyarkirin), da zanîn ku ew hemû raporên zanistî bi qîmet dibînin.
Lê belê destnîşan kir ku nabe encamên wan ji bo seranserê Sûriyeyê werin giştîkirin çimkî “ev lêkolîn tenê li ser çend deveran hatine kirin û sînordar in” û li ser hejmara giştî ya deverên ziyandîtî ragihand:
"Karê me yê ji bo amadekirin û amara deverên şûnwarî yên ziyandîtî yên li seranserê Sûriyeyê berdewam dike û di vê qonaxê de ne gengaz e ku em hejmareke tam an rêjeyeke giştî destnîşan bikin."
Têkoşîna li dijî qaçaxçîtiyê û vegerandina parçeyên dîrokî
Eymen Mistefa Nabo eşkere kir ku wezareta wan bi hevahengiya dezgehên dadwerî û ewlehiyê yên Sûriyeyê û bi hevkariya Polîsê Navneteweyî (Interpol) li ser şopandina dosyeya qaçaxçîtiya şûnwaran kar dike.
Wî bal kişand ser pêngaveke nû û got ku herî dawî 23 parçeyên şûnwarî yên Sûriyeyê ku ji sala 2011an ve li Fransayê bûn hatine vegerandin.
Nabo ev yek wekî "nîşana vegera bawerî û hevkariya çandî" nirxand û hêvî kir ku ev ji bo vegerandina parçeyên din ên li welatên cuda bibe destpêkek.
Plana nûjenkirinê
Alîkarê Birêvebirê Giştî yê Şûnwar û Muzexaneyên Sûriyeyê diyar kir ku her projeya nûjenkirinê li ser bingeha pîvanên zanistî yên navneteweyî, asta rîskê û girîngiya şûnwarî tê meşandin.
Wî destnîşan kir ku ji bo şûnwarê "Eyn Darayê" projeya parastin û belgekirinê dest pê kiriye û ev der dê ji bo nûjenkirinê di nava plansaziya wan a yekem de be lê bi mercê ku resenî û nirxê wê yê dîrokî parastî bimîne.
Talan û Efrîn
Li hêla din, li gorî lêkolîneke nû ya ku di kovara zanistî “Heritage”yê de 23yê Tîrmeha 2026an hatiye weşandin, li Sûriyeyê ji sedî 59ê şûnwarên dîrokî rûbirûyî talankirinê bûne.
Di lêkolînê de tê diyarkirin ku herêma Efrînê yek ji wan deveran e ku herî zêde rûbirûyî rûxandin û kolandina birêkûpêk a bi makîneyên giran (buldozeran) bûye.
Lêkolînê bi taybetî bal kişandiye ser herêma Efrînê ku wekî herêma herî zêde zerer ji talankirina bi makîneyên giran ditiye.
Vê pêvajoyê ji dawiya sala 2018an ve dest pê kiriye û heta sala 2025an berdewam kiriye.
Tê de hatiye gotin ku bi dehan girên dîrokî bi rêya buldozeran hatine rûxandin û kolandin ku ev heyam li gel kontrolkirina herêmê ya ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên nêzîkî wê ve hevdem e.
Di lêkolînê de hatiye gotin: "Ji dawiya sala 2018an ve artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên hevalbendên wê dest danîn ser çend herêman li bakurê Sûriyeyê, di nav de geliyê Efrînê û herêma piranî Kurd a li derdora bajarê Kobaniyê. Li van deveran, hejmareke zêde ya şûnwarên dîrokî ji ber talankirina bi makîneyan rûbirûyî zererên giran bûn ku xuya dike ev kar bi hevahengiya hêzên leşkerî yan di bin parastina wan de hatiye kirin."
Di lêkolînê de hatiye eşkerekirin ku şûnwarê dîrokî yê Eyn Darayê di destpêka sala 2018an de cara yekem ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatiye bombebarankirin.
Pişt re peykerê şêr ê kevirî yê navdar hatiye dizîn ku li gorî lêkolînê birine Tirkiyeyê, berî ku di Sibata 2019an de rûxandin û kolandina birêkûpêk a li şûnwar dest pê bike.
Wêneyên peykan nîşan didin ku karên kolandinê heta Kanûna Paşîn a sala 2022yan her du girên bilind û nizm bi tevahî li xwe girtine û tenê perestgeha kevirî li wî şûnwarî maye lê beşeke zêde ya tebeqeyên şûnwarî hatine rakirin.
Lêkolînê destnîşan kiriye ku ev cureyê kolandinê herî xeter e çimkî tenê bi dizîna parçeyên dîrokî bi sînor namîne, tebeqeyên dîrokî bi xwe dişikîne û rûxîne, tebeqeyên kevintir derdixe holê û vê yekê dike ku di paşerojê de hîn bêtir rûbirûyî talankirinê bibin.



