Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, zilamekî hevjîna xwe kuşt û pişt re bi heman demançeyê xwe jî kuşt.
Li gundê Zehwanê yê Sirûcê Muslum Bulutê 39 salî ji ber sedemeke ku heta niha nayê zanîn hevjîna xwe Aysel Buluta 35 salî kuşt û pişt re bi heman demançeyê xwe jî kuşt.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîman cenazeyên her du kesan ji bo karên otopsiyê birin morga Saziya Tiba Dadî ya Rihayê.
Li ser bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin.


.webp&w=3840&q=75)
