Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku li bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê êrişek pêk hatiye.
Medyaya fermî ya Îranê îro eşkere kir ku li Pîranşarê bi rêya asmanî êrişî herêmekê hatiye kirin.
Li gorî heman çavkaniyê, ev êriş ji aliyê Hêzên Asmanî yên Amerîkayê ve hatiye kirin.
Zererên êrişê ne diyar in
Heta niha Îranê li ser zererên canî û madî yên wê êrişê ti agahî belav nekirine.
Her wiha hûrgiliyên zêdetir ên li ser bûyerê jî nehatine eşkerekirin.
Êriş hatibûn sekinandin
Êrişên Amerîkayê yên li Îranê 13ê Tîrmeha 2026an dest pê kir û 13 rojan ajot.
Serokê Amerîkayê Donald Trump 24ê Tîrmeha 2026an ragihandibû ku ew êrişên xwe yên li Îranê bi awayekî demkî didin sekinandin.
.webp&w=3840&q=75)


