Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirên balafirgehan ji Rûdawê re ragihand ku geştên bi rêya balafirgehên Hewlêr, Kerkûk û Silêmaniyê berdewam dikin lê 12 geştên Hewlêrê û geştekî Balafirgeha Celal Talebanî ya li Silêmaniyê hatine betalkirin.
Birêvebirê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, "Rewşa balafirgehê asayî ye û geşt di dema xwe de tên kirin."
Li gorî malpera fermî ya balafirgehê, îro ji 25 geştan 12 geşt hatine betalkirin.
Ehmed Hoşyar li ser vê mijarê da zanîn ku betalkirina wan geştên asmanî ji aliyê wan şirketên balafiran ve bûye ku beriya çend rojan ji ber şerê Îran û Amerîkayê geştên xwe rawestandibûn û got:
"Ji xeynî wan şirketên asmanî yên ku di rojên borî de geştên xwe rawestandine, ti şirketên din ên asmanî geştên xwe ranewestandine û asmanê Hewlêrê jî vekirî ye."
Geştên li Silêmanî û Kerkûkê
Têkildarî rewşa Silêmaniyê, Birêvebirê Giştî yê Balafirgeha Navneteweyî ya Celal Talebanî Rêbaz Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Îro geştek hatiye betalkirin ku ew jî geşta Stenbol–Silêmaniyê ye çimkî ew geşt a şirketa AJetê ye û wê şirketê heta niha li Herêma Kurdistanê dest bi geştên xwe nekiriye."
Li gorî gotina Rêbaz Mihemed, geştên Medîne, Doha, Bexda û Emanê di dema xwe de tên kirin.
Her wiha Berpirsê Ragihandin û Pêwendiyan ê Balafirgeha Navneteweyî ya Kerkûkê Herdî Semed ji Rûdawê re ragihand:
"Geşt bi rêya her du şirketên asmanî Iraqi Airways û Fly Erbilê berdewam dikin."
Li gorî gotina Herdî Semed, rewşa balafirgehê û Kerkûkê asayî ye û aloziyên şeva borî bandor li geştan nekiriye.
Fly Erbilê hejmara geştên xwe zêde kir
Ji ber destpêkirina şerê Amerîka û Îranê û êrişên Îranê yên li Herêma Kurdistanê, hinek şirketên asmanî geştên xwe yên Herêma Kurdistanê rawestandibûn.
Birêvebirê Şirketa Fly Erbilê Lewend Memûndî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re anî ziman:
"Ji bo dagirtina valahiya wan şirketên asmanî yên ku geştên xwe yên li Herêma Kurdistanê rawestandine, me hejmara geştên xwe zêde kiriye."
Li gorî gotina Lawend Memûndî, wan hejmara geştên xwe yên heftane ji 18an derxistiye 28 geştan.


.webp&w=3840&q=75)
