Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Basan a parêzgeha Şirnexa Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya û di vê qezayê de 2 kes mirin û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Otomobîla bi plakaya 34 DFT 762 a ku navê ajokarê wê hîn nehatiye zanîn, doh devdevê êvarê li nêzîkî gundê Zêwê ji kontrolê derket û qulibî.
Di qezayê de 4 kesên di otomobîlê de bi giranî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
2 ciwan mirin
Birîndar piştî midaxeleya pêşi ya tîmên tenduristiyê rakirin nexweşxaneyan.
Hejar Ozerê 20 salî li Nexweşxaneya Dewletê ya Basan mir û Yasîn Balkanê 16 salî jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê mir.
Dermankirina 2 birîndarên din li nexweşxaneyên li bajêr berdewam dike.



