Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di encama libinguhêhevxistina otomobîl û barhilgirekê de 3 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Rişmil û Qubalayê barhilgira bi plakaya 06 DKS 662 û otomobîla bi plakaya 34 YP 1330 li herêma Kabalayê li hev xist.
Nasnameya şofêrên her du wesayîtan hîn diyar nebûye.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme, polîs û tîmên agirvemirandinê çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê kontrol kirin û wan tesbît kir ku zarokek jî di nav de 2 kes mirine.
Birîndarek li nexweşxaneyê mir
Tîman 6 birîndarên ku midaxeleya wan a ewil li cihê bûyerê hat kirin veguhastin nexweşxaneyan.
Birîndarek li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê mir.
Tedawiya 5 birîndarên din li nexweşxaneyên li bajêr berdewam dike.



