Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî bajarokê Qizilxaçê (Badikan) yê parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê pîkapek qulibî û di encamê de 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, pîkapa bi ajokariya Î.A. ya ku ji Êlihê ber bi Mûşê ve diçû, li fetlonekê ji kontrola ajokar derket û qulibî.
2 kes li cihê qezayê mirin
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, hêzên ewlehiyê û tîmên AFADê çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê di kontrolên pêşî de tesbît kir ku ji 5 kesên di nav wesayîtê de F.A. û A.A. li cihê bûyerê mirine.
Şofêr Î.A. û 2 kesên din ên bi navên A.A. û M.A. jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyê
Tîmên tenduristiyê piştî midaxeleya pêşî, birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.
Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê derbarê qezayê lêpirsîn hatiye destpêkirin.



