Hewlêr (Rûdaw) - Droneke din li asmanê Hewlêrê ji aliyê Hêzên Hevpeymanan ve hat têkbirin.
Doh jî pênc dronên din hatibûn xistin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, îro derdora demjimêr 15:30yî bi dronê êrişî Hewlêrê hat kirin.
Dron ji aliyê Hêzên Hevpeymanan ve hat têkbirin.
Zerera canî çênebûye
Dron li cihekî vala ketiye xwarê û di bûyerê de ti zererên canî yan madî çênebûne.
Divê were gotin ku doh Dijeterora Kurdistanê daxuyaniyek dabû û gotibû:
"Ji demjimêr 09:32yan heta 09:45an Hêzên Hevpeymanan li asmanê Hewlêrê pênc dronên bombekirî xistin xwarê."
Zêdetirî 930 dron û mûşekan
Di daxuyaniya Dijeterorê de hatibû destnîşankirin ku ew dronên doh ji rojavayê parêzgeha Hewlêrê hatine avêtin.
Hatibû diyarkirin ku ti zererên wan ên canî çênebûne.
Li gorî şopandina Rûdawê, ji destpêka şer û vir ve, ango ji 28ê Sibata borî ve Herêma Kurdistanê bi zêdetirî 930 dron û mûşekan hatiye bombebarankirin.
Ji ber wan êrişan heta niha 32 kesan canê xwe ji dest daye.
Her wiha nêzîkî 150 kesên din jî birîndar bûne.


