Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Asayîşa Hewlêrê ragihand ku ew qaçaxçiyê ku li Tirkiyeyê bû sedema xeniqîn û mirina zarokên malbateke ji Silêmaniyê hatiye desteserkirin.
Di daxuyaniya Birêvebiriya Asayîşa Hewlêrê ya îro de wiha hat gotin:
"Beriya demekê malbateke ji bajarê Silêmaniyê bi mebesta çûyîna derveyî welêt ketibû destê qaçaxçiyekî li Tirkiyeyê.
Di dema derbaskirina qaçaxî ya li ser çem de belema wan a lastîkî binav bû. Di encamê de sê zarokên bi navên Mêla, Heryad û Hestyar mirin."
Qaçaxçî li Herêma Kurdistanê hat girtin
Asayîşa Hewlêrê li ser desteserkirina qaçaxçî ev agahî dan:
"Piştî komkirina zanyariyan û şopandinê, nasnameya qaçaxçiyê bi navê R. E. M. hat eşkere kirin. Pişt re, dema ku ew vedegeriyaya Herêma Kurdistanê, bi biryara dadwerê lêpirsînê yê Asayîşa Hewlêrê ji aliyê hêzên me ve hat girtin."
Karesata li Çemê Merîçê
14ê Çiriya Pêşîn a 2026an di dema hewldana ji bo gihîştina Yunanistanê de, belema lastîkî ya koçberan li ser Çemê Merîçê ya li Tirkiyeyê qulibî.
Di bûyerê de sê zarokên Kurd xeniqîn lê dayîk û bavê wan rizgar bûn.
Koçber bi giştî 8 kes bûn û wan hewl dida ji parêzgeha Edîrneyê yê Tirkiyeyê xwe bigihînin Yunanistanê.
Ew ji malbateke 5 kesî (dayîk, bav û sê zarokên wan) û sê ciwanên din pêk dihatin ku xelkê Herêma Kurdistanê bûn.
Termê zarokekî hîn nehatiye dîtin
Piştî bûyerê termê her du zarokan hat dîtin û 28ê meha borî anîn Herêma Kurdistanê.
Di bûyerê de sê zarokên bi navên Mêla, Heryad û Hestyar xeniqîn. Tevî ku demeke dirêj derbas bûye jî, termê Hestyar heta niha nehatiye dîtin.


