Hewlêr (Rûdaw) - Beşa Creative (Nûjenî û Dîzayn) a Tora Medyayî ya Rûdawê serkeftineke din a mezin tomar kir.
Vê beşê karî "Xelata Brandê ya Alman" a navdar a sala 2026an bi dest bixe.
Ev xelata Rûdawê ji ber wê dîzayn û kampanyaya bedew bû ku sala 2025an ji bo salvegera 12an a damezirandina torê amade kiribû.
Rûdaw bi wan dîzayn û rengên taybet ên ku bi kar tîne, bûye xwedî mohr û brandeke ku bala komîteya xelatê dikişîne.
Çima ev xelat dan Rûdawê?
Komîteya biryarder a vê xelata navneteweyî bi karê Rûdawê matmayî ma.
Wan ragihand ku kampanyaya Rûdawê bi dest û tiliyên beşa wê ya grafîkê "gelekî bihêz e û bi başî kariye peyam û çanda Rûdawê bigihîne xelkê."
Komîteya Jûriyê ya Xelata Brandê ya Alman daxuyaniyek da û tê de wiha got:
"Ji bo saziyeke medyayî ya wekî Rûdawê salvegerek tenê ne derfetek e ji bo hizirkirin û têgihiştinê, di heman demê de kêliyek e ji bo pênasekirina brandê jî.
Vê kampanyayê bi rêya 12 wêneyên sembolîk zelalkirina naveroka nûçeyan û hişyariya çandî têkel kirine.
Wê nasnameyeke dîtbarî ya dîjîtal a gelekî hûr çêkiriye.
Vê yekê jî pergaleke yekgirtî li seranserê platformên cuda berhem aniye.
Ew pergal tenê giringiyê nade nirxên bingehîn, di heman demê de wan di berhemên dîtbarî de jî diçespîne.
Giringî û mafdariya taybet a vî karî di wê yekê de ye ku bîranîn û gihandina peyama taybet a ji bo boneyekê guheriye ji bo brand û nasnameyekê ku xwedî nirxekî herdem zindî ye."
Xelata Brandê ya Alman çi ye?
Ev xelat ji 2016an ve tê dayîn. Ew yek ji xelatên herî giring ên Ewropayê ye ji bo wan şirketên ku dîzayn û brandên wan ên herî xweş û baş hene.
Ji bo ku mirov bizanibe ka ev xelat çi qasî mezin e, berê şirketên zexm ên cîhanê yên wekî Porsche, Mercedes, BMW, Bosch, Lufthansa û Siemensê ev xelat biribûn mala xwe.
Di çend rojan de du xelat!
Di van çend rojan de ev ne tenê serkeftina Rûdawê bû.
Tenê du roj berê û 23yê Tîrmehê, Dîdar Dilşad ji tîma Creative a Rûdawê xelateke din a cîhanî bi navê "Motion Design Awards" ji bo vîdeoya herî baş a rojê bi dest xist.
Ew jî ji ber çêkirina vîdeoya destpêkê ya bernameya "Plan A" ya li Rûdawê bû.
Vê yekê jêhatiya tîma Rûdawê di çêkirina vîdeoyên bi tevger û çîrokên balkêş de îspat kir.
Rûdaw bûye xwediya 4 xelatên cîhanî
Tenê di salekê de Beşa Creative a Rûdawê kariye 4 xelatên mezin ên navneteweyî bibe mala xwe û ew xelat ev in:
Xelata Dîzaynê ya Fransayê
Xelata Stevieyê
Xelata Vîdeoya Rojê (Motion Design)
Xelata Brandê ya Alman
Birêvebirê Beşa Creative a Rûdawê Mihemed Sefar jî li ser mijarê axivî û got:
"Ev xelat îsbata zîrekî û behreya tîma Rûdawê ne. Dîzayn ew huner e ku xelk her roj li ser ekranên xwe dibîne.
Em dê berdewam bikin da ku em nîşanî hemû cîhanê bidin ka ciwanên Kurd çi qasî nûjenkar û jêhatî ne."



