Hewlêr (Rûdaw) - Omer Bolat ragihand ku di meha Tîrmehê de rojane 2 hezar û 500 barhilgir di Deriyê Sînorî yê Xabûrê re derbasî Îraq û Herêma Kurdistanê bûne.
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat doh çû parêzgeha Şirnexê û Deriyê Sînorî yê Xabûrê yê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de.
Omer Bolat li Deriyê Sînorî yê Xabûrê civîneke çapemeniyê saz kir û ragihand ku berî Koronayê bazirganiya li Deriyê Sînorî yê Xabûrê nêzîkî 20 milyar dolarî bû û ew dixwazin ducare bazirganiya li vî sînorî zêde bikin.
Plana vekirina deriyê Nisêbîn û Qamişloyê
Bolat diyar kir, plana wan heye ku heta dawiya sala 2026an deriyê sînorî yê di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de jî vekin.
Bolat behsa hikûmeta nû ya Îraqê jî kir û ragihand ku Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî dê 28ê Tîrmehê biçe Tirkiyeyê û bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.
Bolat destnîşan kir ku bi çareserkirina pirsgirêka gumrikê ya ASYCUDAyê ya di nav Îraqê de, dê hinarde û hawirdeya di navbera Tirkiye û Îraqê de zêde bibe.
Wezîrê Bazirganiyê behsa xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê jî kir û got:
"Girîngiya xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê zêde bûye.
Îraq dixwaze şiyana xeta boriya petrolê zêde bike."
Omer Bolat li ser pêwendiyên aborî yên bi Îraqê re ev agahî dan:
“Berî 3 salan bi Îraqê re nêzîkî 20 milyar dolarî bazirganiya me hebû.
Piştî pêvajoya ku pandemî bi dawî bû, bazirganiya Tirkiye û Îraqê nêzîkî 20 milyar dolarî bûbû.
Sala borî jî hinarde û hawirdeya me gihîşt 14,5 milyar dolarî.
Niha li Îraqê hikûmeteke nû hatiye avakirin.
Hikûmeta bi serokatiya Elî Zeydî dest bi kar kir.
Înşallah Sêşema bê dê wekî mêvanê Serokkomarê me bi serdaneke fermî li Enqereyê be.
Li Koşka Serokkomariyê dê di navbera serok û şandeyan de hevdîtinên girîng werin kirin.
Di navbera karsazan de dê Foruma Kar were lidarxistin.”



