Hewlêr (Rûdaw) - Bi çend dronan careke din êrişî bajarê Hewlêrê hat kirin.
Li gorî agahiyên destpêkê, herî kêm 3 dron ji aliyê pergala parastina asmanî ya Hevpeymanan ve hatin xistin.
Êriş vê sibehê hatin kirin û ji ber ketina dronan, li gundê Gezneyê yê parêzgeha Hewlêrê agir bi pirêzeyan ket.
Heta amadekirina vê nûçeyê, aliyên fermî yên Hewlêrê li ser êrişan û zererên wan ti daxuyanî nedane.
Li gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê, ji destpêka şer ve ango ji 28ê Sibatê û vir ve bi zêdetirî 930 dron û mûşekan Herêma Kurdistanê hatiye bombebarankirin.
Di van bombebaranan de 32 kes şehîd ketin û nêzîkî 150 kesî jî birîndar bûn.



