Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê hêzên ewlehiyê yên Îranê kolberekî Kurd kuşt.
Rêxistinên mafên mirovan diyar kir ku hêzên Îranê bêyî hişyariya pêşwext rasterast gule berdane wî kolberî.
Rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê îro ragihand ku berê sibeha îro bûyereke diltezîn qewimiye.
Li xeta sînor a Bilcukê gule li kolberekî gundê Kutolê yê Urmiyeyê hatin reşandin.
Li gorî agahiyan, navê wî kolberî Resûl Qelenderî ye û 21 salî ye.
Hêzên ewlehiyê yên Îranê bi hinceta “veguhastina kel û pelên qaçax" gule li Resûl Qelenderî reşandin û wî ciwanî canê xwe ji dest da.
Resûl Qelenderî zewicî bû û bavê 2 zarokan bû.
Zarokekî wî 3 salî û yê din jî 5 mehî ye.
Heta niha 5 kolber hatine kuştin
Salane li herêmên sînorî yên di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de bi dehan kolber dibin qurbanî.
Gelek ji wan ji ber guleyên hêzên ewlehiyê, ketina ji çiyayan an jî ji sermayê canê xwe ji dest didin an jî seqet dimînin.
Li gorî amarên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, ji destpêka îsal û vir ve li sînorên Rojhilatê Kurdistanê 5 kolber bi guleyên hêzên ewlehiyê yên Îranê hatine kuştin.
Her wiha di heman demê de gelek kolberên din jî bi giranî birîndar bûne.



.webp&w=3840&q=75)