Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn û di qezayê de 3 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Qeza îro danê sibehê derdora saet 10:00an de çêbû.
Bûyer li ser rêya Erdexanê û navçeya Ardanuçê ya Artvînê qewimî.
Li gorî agahiyan du otomobîlan li ser rê li hev qelibîn.
3 kesên ku di otomobîlan de bûn her li cihê qezayê mirin û 3 kesên din jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirina xelkê, tîmên tenduristiyê û AFADê berê xwe da cihê bûyerê.
Tîman birîndar ji nav otomobîlan derxistin û ew veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdexanê.
Hêzên ewlehiyê û tîmên trafîkê li cihê qezayê lêkolîn kir û li ser bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin.



.webp&w=3840&q=75)