Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê çû Zanîngeha Rojava.
Şandeya Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî îro danê sibehê gihîşt Qamişloyê.
Serokatiya şandeyê ji aliyê Wezîrê Xwendina Bilind a Sûriyeyê Merwan Helebî û Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed ve hat kirin.
Dema ku şande gihîşt, nûnerên birêvebiriya zanîngehê mêvan pêşwazî kirin.
Her wiha Birêvebira Herêma Qamişloyê Cîhan Hesam û Berpirsê Komîteya Entegrasyonê ya Birêvebiriya Xweser Hesen Şero jî di pêşwaziyê de amade bûn.
Civîna dûrî çavên çapemeniyê
Her du aliyan dûrî çavên medyayê civîneke taybet li dar xist.
Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, tê çaverêkirin ku di civînê de rewşa perwerdeya zanîngehê bê nirxandin.
Her wiha tê payîn ku mijara naskirina bawernameyên ku ji aliyê zanîngehên Rêveberiya Xweser ve tên dayîn jî yek ji xalên sereke yên civînê be.



.webp&w=3840&q=75)