Hewlêr (Rûdaw) - Li Silêmaniyê li bazarên derve kîloya zebeşan bi 1000 (0,76 dolar) dînarî tê firotin û di firotina li ser hev de jî kîlo bi 750 dînarî ye.
Serokê Sindîkaya Bazara Fêkî û Sebzeyan a Silêmaniyê Serwer Elî ji Rûdawê re ragihand:
"Du roj in bihayê zebeşan li Silêmaniyê bilind bûye. Sedema vê yekê kêmkirina berheman û zêdebûna daxwaza li ser zebeşan e.
Niha kîlo gihîştiye 750 dînarî û li bazaran jî bi hezar dînarî û zêdetir tê firotin.
Berê şebeşên xwemalî ji Şarezor û Hewlêrê ji bo me dihatin lê niha ew berhem gelekî kêm bûne.
Em li bendê ne ku hefteya bê şebeşên Pêncwênê bigihîjin bazarên me, wê demê dê biha ducare dakeve."
Rewşa li Hewlêrê
Rayedarên sektorê didin zanîn ku zebeş li Hewlêrê biha nebûne û ji Berdereş, Şêxan û derdora Hewlêrê tên.
Serokê Encumena Bazara Fêkî û Sebzeyan a Hewlêrê Receb Hacî Ezîz ji Rûdawê re got:
"Li cem me zebeş biha nebûne. Du cure zebeşên me hene, cureyê yekem bi 500 dînarî û cureyê duyem jî bi 250-300 dînarî tê firotin. Ev biha ji destpêka demsala zebeşan ve wiha bû."
Rojane 300 ton zebeş digihîjin Hewlêrê
Receb Hacî Ezîz destnîşan kir ku mêjera pêwîst a berheman li bazarê heye û got:
"Rojane 250 -300 ton zebeş ji herêmên Berdereş, Şêxan û derdora Hewlêrê digihîjin bazarên me.
Piştî ku berhemên me yên navxweyî xelas bûn, em dê ji bo Wezareta Çandiniyê binivîsin da ku rê bide em ji Îranê zebeşan bînin."
.webp&w=3840&q=75)


