Hewlêr (Rûdaw) - Bi rêya çend dronan êrişî Hewlêrê hat kirin lê dron ji aliyê pergala parastinê ya Hevpeymanan ve hatin xistin.
Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê çend dron ber bi Hewlêrê ve hatin şandin lê belê hemû ji aliyê pergala li dijî mûşekan ve hatin xistin.
Hat diyarkirin ti dron an jî mûşek negihîştine armanca xwe û li asman hatine teqandin.
Di êrişan de ti zererên canî çênebûne.
Li gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê, vê mehê hejmara êrişên li Herêma Kurdistanê gihîşt 56 dron û mûşekan.
Ji van êrişan 7 jê di nava kêmtirî 24 demjimêran de hatin kirin.
Her wiha hejmara kesên ku şehîd ketine gihîşt 32 kesî.
Ji destpêka şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de ku 28ê Sibatê dest pê kiribû, Herêma Kurdistanê bi 929 dron û mûşekan hat bombebarankirin.
Di encamê de 32 kes şehîd ketin û 147 kes jî birîndar bûn.
Amara êrişên ku heta niha hatine kirin li gorî parêzgehan bi vî awayî ye:
· Parêzgeha Hewlêrê: 634 êriş
· Parêzgeha Silêmaniyê: 261 êriş
· Parêzgeha Dihokê: 31 êriş
· Parêzgeha Helebceyê: 3 êriş



