Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ku îro Supaya Pasdaran a Îranê bi mûşekan baregeha partiya wan a li Geliyê Alaneyê kiriye armanc.
Endamê serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Husên Penahî da zanîn ku êriş saet 18:50î li ser baregeha partiya wan a li Geliyê Alaneyê ya li Îdareya Serbixwe ya Soranê hatiye kirin.
Emced Husên Penahî diyar kir:
"Mûşekên cureyê Xeyberî Kerar ber bi baregeha Komeleyê ve hatin avêtin û mixabin heta niha 6 Pêşmergeyên me birîndar bûne."
Husên Penahî destnîşan kir ku ji destpêka şerê Îran, Amerîka û Îsraîlê ve bi 94 mûşek û dronan êrişî baregehên Komeleyê hatiye kirin.



