Hewlêr (Rûdaw) – Îşev bi rêya çend mûşek û dronan êrişî Hewlêrê hat kirin û bi rêya pergala parastinê hemû hatin xistin.
Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê çend mûşek û dron ber bi Hewlêrê ve hatine lê hemû ji aliyê pergala parastina asmanî ve hatin xistin.
Ti ji wan mûşek û dronan negihîştin armancên xwe û hatin teqandin.
Di van êrişan de ti zererên canî çênebû.
Vîdeoyên ku ji Rûdawê re hatine şandin, kêliya xistina mûşek û dronan a li asmanê Hewlêrê ya ji aliyê pergala parastinê ve nîşan didin.
Ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ku 28ê Sibatê dest pê kiribû, bi 927 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di van êrişan de 30 kes şehîd ketin û 148 kes jî birîndar bûn.
Hejmara êrişên li gorî parêzgehan wiha ye:
· Parêzgeha Hewlêrê: 633 êriş
· Parêzgeha Silêmaniyê: 261 êriş
· Parêzgeha Dihokê: 31 êriş
· Parêzgeha Helebceyê: 2 êriş
#VÎDEO - Hevpeymanan li asmanê Hewlêrê çend dron teqandin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 21, 2026
🔴 Pergala parastinê ya Hêzên Hevpeymanan li asmanê Hewlêrê çend dronên ku ber bi bajêr ve dihatin teqandin pic.twitter.com/y2c8cOvPrG
.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)

