Amed (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêşniyaryasaya pêvajoya aştiyê niha rojeva sereke ye.
Pêşniyaryasaya nû ya ku dê ji bo aştiyê were amadekirin û çekdarên PKKyê jî li xwe bigire, bûye mijara germ a nîqaşan.
Ji ber ku MHP û AK Partiyê naveroka vê yasayê hîn eşkere nekiriye, nîqaşên li ser wê her ku diçe gurtir dibin.
Li gorî parlamenterekî AK Partiyê, hem Kurd û hem jî hikûmet di aştiyeke mayînde de bi israr in. Ew bawer dike ku dê ev pêvajo bi silametî biçe serî.
"Kurd aştiyê dixwazin"
Parlamenterê AK Partiyê yê Êlihê Ferhat Nasiroglu li ser vê mijarê wiha axivî:
"Yaho em gelekî dixwazin, Kurd jî dixwazin. Kurd jî aştiyê dixwazin. Yaho bes e em ew qas hevdû dikujin, ew qas eziyet bes e.
Ji bo wê jî eger ev ji dilekî safî be, em dê hel bikin. Parlamento jî çi were, piraniya parlamenteran dixwazin, ew jî dixwazin.
Em carinan di nava xwe de mijûl jî dibin lê ew jî dixwazin. Înşelah dê tiştekî baş derkeve."
Yasa dê birêvebir û çekdarên PKKyê li xwe bigire?
Di raya giştî de tiştê ku herî zêde tê nîqaşkirin ev e: Gelo dê ev yasa hemû birêvebir û çekdarên PKKyê li xwe bigire yan na? Ev yasa dê yasayeke poşmaniyê be yan dê bibe yasayeke efûkirinê?
Li gorî parlamenterekî DEM Partiyê, ev yasa dê bibe bingeha destûra nû ya pêvajoya aştiyê.
"Ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan destpêk e"
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren li ser vê pirsê got:
"Tiştekî wisa wekî yasaya poşmaniyê nîne. Ez dikarim vê bi awayekî zelal bibêjim.
Yanî ev yasa ku bê parlamentoyê destpêk e. Ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan destpêk e.
Ev yasa dê bi vî rengî derkeve da ku bingeha çareserkirina Pirsgirêka Kurdan were amadekirin.”
Li gorî gelek parlamenteran, tê çaverêkirin ku ev yasa yan di dawiya vê mehê de yan jî di destpêka tebaxê de bê parlamentoyê û li wê derê were pejirandin.


