Dêrsim (Rûdaw) - Li navçeya Çemişgezekê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê dema çinîn û daweşandina tûyan dest pê kir.
Gundên wê navçeyê bi curekî tûyan ku jê re dibêjin "tûyên Rebatê" bi nav û deng in.
Li gundên Rebat, Paxnik û gundên derdora Çemişgezekê, nêzîkî 350 cotkar li ser rûberê 3 hezar donim erdî tûyan berhem tînin.
Niha demsala daweşandina wî cureyê tûyan e.
Cotkar Celal Çîçek qala zehmetiyên karê xwe kir û wiha axivî:
"Ez karmendekî malnişîn im lê ez bi çandinî û baxçevaniyê re mijûl dibim. Serê sibehê zû dema ku hewa hênik e, em bi alîkariya amûran tûyan diweşînin.
Nîvro em nikarin bixebitin, ji ber ku pileyên germahiyê digihin 45-50 pileyî. Piştî daweşandinê, em tûyan li depoyan hildigirin û sendîka li şûna me difiroşe."
Çîçek bi bîr xist ku wan par zerer kiriye û got:
"Par di meha nîsanê de pileyên germê daketin 14-15 pileyên di bin sifirê de, me qet berhem negirt lê îsal berhem gelekî baş e."
Li van baxçeyên ku par ji ber sermayê ti berhem nedan, tê pêşbînîkirin ku îsal berhem zêde be.
Tûyên wê herêmê ji bilî bazarên navxweyî, ji Ewropayê re jî tên hinartin.
"Em pêşbîniya 600 tonî dikin"
Serokê Sendîkaya Bipêşxistina Çandiniyê ya Gundên Rebat û Paxnikê Necmeddîn Duman li ser firotina tûyan ev agahî dan:
"Par mixabin ji ber sermayê me zerer kir û ti berhemê me çênebû. Lê îsal berhem di asteke baş de ye. Ji aliyê firotin û bazarê ve jî ti pirsgirêkên me nînin.
Em ji bo îsal pêşbîniya 600 ton tûyan dikin. Berhemên me destpêkê diçin Stenbolê û ji wir jî li gelek parêzgehên Tirkiyeyê tên belavkirin.
Her wiha rêjeyeke diyarkirî jî hinadeyî welatên Ewropayê dikin."
Li ber tavê tên hişkkirin
Tûyên Rebatê bi nazikî, bêhn û tama xwe ya taybet û her wiha bi kêmiya rêjeya şekirê xwe tên naskirin.
Cotkar toran li bin darên tûyan radixin û li benda wê yekê dimînin ku tû ji çiqilan bikevin xwarê.
Ew tûyên ku di bin nêzîkî 40 pileyên germê de tên daweşandin, di hewşên malan de li ber tavê tên hişkkirin.
Piştî ku tên paqijkirin û amadekirin, ji gelek parêzgehên Tirkiyeyê û welatên Ewropayê re tên şandin.

