Hewlêr (Rûdaw) - Di lêpirsîna dosyeya Gulistan Dokuyê de 15 kesên din hatin desteserkirin.
Handan Sonela hevjîna parêzgarê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel jî di nav van kesan de ye.
Gulistan Doku ji 5ê Kanûna Paşîn a 2020î ve li Dêrsimê winda ye.
Hezîrana 2024an Ebru Cansu wekî Serdozgera Komarê ya Dêrsimê hat tayînkirin û bi fermana wê, lêpirsîna vê dosyeyê ji nû ve dest pê kir.
Tîmeke taybet a JASATê li ser qeydên PTSyê û dîmenên kamerayên ewlehiyê xebitî.
Tîmê li ser nêzîkî 700 saet dîmenan lêkolîn kir û dîmenên nû xistin nav dosyeyê.
Li ser bingeha van delîlên nû, dosyeya windabûnê êdî wekî "dosyeya kuştinê" hat qebûlkirin.
Di çarçoveya vê lêpirsînê de berê jî 17 gumanbar hatibûn desteserkirin.
Her wiha gumanbar Umut Altaşê ku li Amerîkayê bû û bi bultena sor lê dihat gerîn, li wir hat desteserkirin û girtin.
Piştî îfadeya li qereqolê, cendirmeyan gumanbar şandin dadgehê.
Mustafa Turkay Sonel (kurê Parêzgarê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel) û Erdogan Elaldi (xebatkarê wê serdemê yê Îdareya Taybet) bi sûcê "kuştina biqesdî" hatin girtin.
Pêştir bi rêya analîza sînyalên telefonê derketibû holê ku kesê herî dawî yê bi Gulistanê re ketiye têkiliyê Erdogan Elaldi ye.
Di heman demê de gelek kesên din jî bi sûcê "veşartin û jêbirina delîlên sûc" hatin girtin.
Ew kes ev in: Hevalê Gulistanê yê berê Zeinal Abarakov, bavê wî Engin û dayîka wî Cemile Yucer, bav û dayîka gumanbarê fîrarî Umut Altaş (Celal Altaş û Nurşen Arikan), polîsê jikardûrxistî Gokhan Ertok û parêzvanê Tuncay Sonel ê wê demê Şukru Eroglu.
Her wiha Ferhat Guven jî ji ber êrişa li dijî xwîşka Gulistanê Aygul Dokuyê, bi sûcê "xespê" hat girtin û ew şandin girtîgehê.
Parêzgarê berê û serbijîşk jî girtî ne
Çagdaş Ozdemirê ku di dema bûyerê de Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê bû, li Bursayê hatibû desteserkirin.
Ew bi îdiaya ku qeydên nexweşxaneyê yên Gulistanê jê birine anîn Dadgeha Dêrsimê û li wir bi sûcên "têkdan, jêbirina belgeyan an jî veşartina belgeyên fermî" hat girtin.
Parêzgarê berê Tuncay Sonel bi xwe jî bi çendîn sûcên giran hat girtin.
Ev sûc wiha ne: Jêbirina qeydan, veşartin an guhertina delîlan', 'destwerdana li pergalên înformatîkê', 'bidestxistin û belavkirina amarên şexsî ya bi awayekî dijqanûnî' û 'xerakirina belgeyên fermî'.
Li aliyê din, gumanbar U.A. û berpirsên kamerayên Zanîngeha Munzurê S.G. û S.O. bi şertê kontrola dadî hatin berdan.
Du xebatkarên înformatîkê yên nexweşxaneyê (Burçîn Y. û Yucel E.) jî ku bi tohmeta jêbirina qeydan hatibûn desteserkirin, bi heman şertî hatin berdan.
15 kesên din hatin desteserkirin
Li aliyekî tîmên JAK û JASATê bi amûrên binerdî li termê Gulistan Dokuyê digerin.
Li aliyê din jî lêpirsîna serdozgeriyên Erzirom û Dêrsimê berfireh dibe.
Di vê çarçoveyê de îro serê li Xarpêt, Meletî, Enqere, Stenbol û Dêrsimê operasyonên hemwext hatin kirin û 15 kes hatin desteserkirin.
Kesên desteserkirî ev in:
· Handan Sonel (Hevjîna Parêzgarê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel)
· 3 bijîşk û perestarek
· Xebatkarekî înformatîkê û 5 xebatkarên tomarkirina amaran
· Xwediyê wê şirketa teknolojiyê ku tê texmînkirin destwerdana telefona Gulistanê kiriye
· Karsazek û 2 cerdevan.


