Hewlêr (Rûdaw) - Li gundekî navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê du xwişk ji bo hênikbûnê ketin avê lê piştî demekê winda bûn û xeniqîn.
Doh ber bi êvarê li gundê Meqteleyê yê Siwêregê bûyereke dilşewat qewimî.
Mervenur Çakirtaş (15) û xwişka wê Edanura (12) ku ji Stenbolê ji bo dîtina xizmên xwe hatibûn navçeyê, ji bo xwe hênik bikin ketin Bendava Ataturkê.
Her du xwişkan demekê melevanî (sobanî, avjenî) kir û pişt re di nav avê de winda bûn.
Gava kesên derdorê dît ku ew ji avê dernakevin, wan bi lez Navenda Rewşên Lezgîn a 112an agahdar kir.
Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên tenduristiyê, AFAD, ŞUAK û polîsên binavger çûn cihê bûyerê.
Li herêmê tedbîrên ewlehiyê hatin wergirtin û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li ser û binê avê dest pê kir.
Bi hevkariya tîmên lêgerînê û welatiyan, termên her du xwişkan hatin dîtin û ji avê hatin derxistin.
Piştî lêkolînên destpêkê yên li cihê bûyerê, termên wan ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Dadî ya Rihayê.
Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê dest bi lêpirsîneke berfireh kir.


.webp&w=3840&q=75)
