Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya Rûhanî ya Lalişê ya Êzidiyan, li navçeya Wêranşarê ya Rihayê bi Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Mehmet Kasim Gulpinar re civiya.
Şandeya Rûhanî ya Laleşê ya ku ji Baba Çawûş û Pêşîmam pêk dihat, çû navçeya Wêranşarê ya Rihayê û bi Kurdên Êzidî yên herêmê re civiya.
Hevdîtina li Wêranşarê
Şandeya Lalişê li Wêranşarê bi Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Mehmet Kasim Gulpinar re jî hevdîtinek kir.
Civîna li Wêranşarê bi mazûvaniya Serhat Dîcle Yuksel hat lidarxistin.
Mehmet Kasim Gulpinar li ser hevdîtinê ji Rûdawê re axivî.
Gulpinar ragihand ku ew ji bo sersaxiyekê çûye Wêranşarê û li ser daxwaza nûnerê Êzidiyan ê herêmê ev hevdîtin çêbûye.
Şaredarê Rihayê diyar kir ku şandeya Êzidiyan daxwaza tiştekî nekiriye.
Wî anî zimên ku bajarê Rihayê bi sedan salan e mazûvaniya şaristanî û baweriyên cuda dike.



